8 May 2026 - 17:09
Source: kmr.abna24.com
Girtina sê leşkerên  Îsraîlî bi tawana cesûsiyê ji bo Îranê

Amûrên ewlehiyê yên Îsraîlê ji girtina welatiyekî û sê leşkerên vê rejîmê ragihandine.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) ABNA —Rêxistina Ewlehiya Navxweyî ya Îsraîlê (Şabak), polîs û artêşa vê rejîmê di daxuyaniyeke hevbeş de ragihand ku welatiyekî Îsraîlî û sê leşker di meha Adara borî de, bi tawana hevkariyê bi sazûmanên îstixbaratê yên Îranê berî tevlîbûna artêşa Israîlê, hatine girtin. Divê dozgeriya herêma Heîfa îro Înê doznameyên giran li dijî wan derxe.

Li gor rapora televizyona El-Cazîrê, di vê daxuyaniyê de hatiye gotin ku kesên hatine girtin têkiliyên demdirêj bi sazûmanên îstixbaratê yên Îranê re danîne û erkên ewlehiyê bi fermana wan pêk anîne.

Li gor lêpirsînên Şabakê, ev kes ji temenê xortaniyê û berî xizmeta leşkerî, dest bi pêkanîna erkên ewlehiyê li axên dagirkirî kirine; di heman demê de haydar bûne ku aliyê hemberî wan bi karûbarê îstixbaratê yê Îranê ve girêdayî ye.

Li gor vê daxuyaniya hevbeş, tawanbarên ji cihên cuda yên wekî rawestgehên trênê, navendên bazirganî û kamerayên çavdêriyê yên Israîlê û herwiha dibistana teknîkî ya girêdayî hêzên esmanî yên artêşa vê rejîmê, ku hin ji wan li wê dibistanê perwerde dîtine, wêne û vîdyo amade kirine û ew ji sazûmanên îstixbaratê yên Îranê re şandine.

Di berdewamiya lêpirsînan de hatiye gotin ku hin ji tawanbaran bi xwe yên dilxwaz bi aliyên îstixbaratî yên Îranê re têkiliyê danîne û ji bo pêkanîna erkên ewlehiyê amadebûna xwe ragihandine. Herwiha hin ji wan di çalakiyên wêrankirina mal û milkên de jî destpêkirine.

..............................

Dawiya peyamê/
Etîket: Îsraîl, cesûsiya ji bo Îranê, şerê li dijî Îranê, leşkerê israîlî, cesûsî

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha